Dayika Min

Gotnên Stranê

DAYIK Û KED Ji destê te derguşa jiyanê lorîya Ji hinasa te bereketa xwezay furîya Şîr û şîret û giyan î Neqşa nivşê mirovanî Nûjen û kevnedestanî Dayika min dilovanî Dayika min dilovanî Dû destên te keştîya kedêye lê Dayê Hemêza te bihûşta Xwedêye li dunyayê Hewwa star û Ûveyş î Jin î jiyan î diteysî Havên û hebûn û feyz î Dayika min dil û xwîn î Dayika min dil û xwîn î Li ber dilê te hewiya xeyala cangorîya Li ser dêmên te lehîya rondikên her zorîya Şarîna şerê erjen î Li xweşhesta tu dijenî Pra li nav jan û kenî Daika min guldexwîn î Dayika min guldexwîn î.... Dildar Welat / 11.10.2024