Evîna Welat

Gotnên Stranê

Ez bI dilê xwe yê şewat Li ser deşt û çiya û lat Ji kûrahiya hestên xwe Evîndar im li ser welat Tu hem dayîk î hem bav î Ji me re roj î hem tav î Tu ronahiya vî çavî Ji bo te pîroz e xebat Bihar havîn û zivistan Bihuşta me ye Kurdistan Neviyên Med û Avestan Hazir in can bikin xelat Tu xewn û xeyal û mebest Çîrok û kilam û helbest Em ê te nehêlin bin dest Bi hêz û şer û kêferat Şervan Azad.2018