Narînê delalê

Gotnên Stranê

Narînê delalê Xwîn şêrîn hevalê Şev û roj di balê Bedewê şepalê Tu yara min bû Çîroka heyva buharê Tu yara min bû Em negihane miradê Narînê hêjayê Dermanê derdayê Ew roja tu nayê Agir dil de mayê Tu yara min bû Çîroka heyva buharê Tu yara min bû Em negihane miradê Narîn gulbajarê Şake vî diljarê Her şev û êvarê Evîn ji dil narê Tu yara min bû Çîroka heyva buharê Tu yara min bû Em negihane miradê Cûdî Xorşîd / 1.5.2025