Pelê dara

Gotnên Stranê

Min navê te kola ser hemû dara Te navê min danî ser pelê dara Payîz nêzîk bû darê bar sivik kir Pel zûhabûn tev firrîn û jibîr bû Ewr xwe himêzkir ezmanê çav girtî Bi bayê sare dilê min çilmisî Bêna temenêmin ya çû difûrî Bi axa şila barana nû barî Belav bû nav û nama min her derê Na ne winda bû azad û hişyarbû EyazKurd.2015

Pelê dara | Kurdma