Kela kela kurdistane Li ser neyara volkane Ji hêza dilê şervane Ronaka aştî jiyane Rojê rojê hemêzdike Xweşmêre can fidadike Mirin jêr çiye şervane Herkes vî hestî nizane Dilop dilop ji birînê Ezmanê diqelşînê Berxwedane lo şervane Parastvanê bêkesane Lehiye lehya hovane Dîsa hatin û kombûne Pira azadî şervane Man, hebûna kurdistane EyazKurd.2016