Te nabînim yar

Gotnên Stranê

Hevdîtina me wek xewnada Bin çira heyvê û finda da Name û soza evîna me Me nîvisandî ser dara da Îro tu çû dil jî xwe bada Nav derdada cenga demada Çend sal çend sal Te nabînim yar Dem sal dem sal Dibûrin her çar Te nabînim yar Em geryan nav awrên reş tarî Tev çûne mala stêrkên jorî Kenê tebû wek berfa nermî Ezman xemilandî, gul barî Îro tu çû dil jî xwe bada Nav derdada cenga demada Çend şev çend şev Çav mane şiyar Çend Roj çend roj Rondik hate xwar Te nabînim yar EyazKurd.2024